2’emîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan îro di roja duyemîn de bi dawî bû.
Di kongirê de hate diyarkirin ku diyalog xwestekek rewa û urfîye ku aştiya navxweyî diparêze.
Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin” 2’emîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan li bajarê Hesekê li darxist.
Di nava du rojên kongirê de, mijarên wekî xwişk û biratî, rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de, rola siyaset û ragihandinê di hişyarkirina olan de ji aliyê endam û mêvanê kongrê ve hat niqaşkirin.
Îro di roja duyamîn a kongirê de, serokê Weqfa Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sînan Sîdoş axivî.
Sînan Sidoş: Divê em li dijî fitne û tevliheviyê xebatê mezin bikin
Sînan Sîdoş diyar kir ku ji ber pêşketinên zanistî ku wekî agir belav dibin, cîhan bûye wekî gundekî pir biçûk û wiha got:
Ji bo rêgirtina li ber encamên neyinî yên ku fitne û tevliheviyê di navbera gelan û mezheban derdixe, divê xebateke mezin li himberî vê bê kirin.
Hêjayî gotinê ye, ku zêdetirî 300 oldarên Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Zeredeştî bi hemû mezhebên xwe, ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb, Şam, Başûrê Kurdistanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bibûn.