Hesekê-Duyemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan li dar ket

Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamya îro 2’emîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan li bajarê Hesekê li dar xist.
Di kongirê de kesên axivîn weha gotin: Xwedîderketina li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna wê li deverên din ên Sûriyeyê dê aştiyê ji gelê Sûriyeyê re mîsoger bike û dawî li êş û azarên gel bîne.

Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin” 2’yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan li hola Serdemê ya bajarê Hesekê li darxist.

Zêdetirî 300 oldarên Misilman, Êzidî, Xiristiyan, Zeredeştî bi hemû mezhebên xwe, ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Başûrê Kurdistanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûne.

Dê ev Kongre di nava du rojan de mijarên wekî xwişk û biratî, rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de, rola siyaset û ragihandinê di hişyarkirina olan de da ku pirsgirêkên civakê çareser bikin, werin nîqaşkirin.

“Rêveberiya Xweser aştiyê li herêmê misoger dike”

Di roja yekê de endamên Kongreya Navneteweyî niqaş û axavtin li ser yekrêziya di navbera gelên herêmê de û çawaniya parastina Ol; Mezheb û Baweriyên li Mezopotamyayê kirin û wiha gotin:

Xwedîderketina li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna wê li deverên din ên Sûriyê dê aştiyê ji gelê Sûriyê re mîsoger bike û dawî li êş û azarên gel bîne.

Back to top button