Li bajarê Hesekê 2’yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi beşdarbûna 300 kesî dest pê kir.
Kongre wê du rojan dewam bike.
Zêdetirî 300 oldar beşdarî kongreyê bûne.
Her wiha dê ji Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn û Cîhanê bi dehan kes bi rêya Zoomê û peyamên bi dîmen beşdar bibin.
Li gorî bernameya kongreyê,
- Dê nirxandinên Rêber Apo yên derbarê ol û baweriyan de werin guhdarkirin û nameya KCK’ê were xwendin.
- Kongre dê ji 4 rûniştinan pêk were.
- Dê di nava du rojan de mijarên wekî xwişk û biratî,
- Rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de,
- Rola siyaset û ragihandinê di hişyarkirina olan de
- her wiha pêkanîna jiyana hevbeş werin nîqaşkirin.