NRLS: Em ê ji bo pêkanîna encamên komxebatê bixebitin

Rêveberê NRLS’ê diyar kir ku ew ê pêşniyar û biryarên Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê bi civak, dewlet û navendên biryardayînê re parve bikin da ku mafên gelê Kurd di sedsala nû de werin naskirin.

Di encamnameya NRLS’ê de hate gotin ku:

“Sîstema neteweya demokratîk ji pirsigrêkên li herêmê re çareserî ye û banga naskirina Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de hat kirin.

Têkildarî mijarê Rêveberê NRLS’ê Munzur Şiyar axivî.

Şiyar anî ziman ku encamname dê ximav li ser kaxezê nemîne.

Şiyar diyar kir ku ew ê bi tevahî beşên civakê re hevdîtinan pêk bînin.

kongre û semîneran li dar bixin.

Şiyar destnîşan kir ku ew ê xwe bighînin saziyên ragihandinê yên naveteweyî yê têkildar.

Rêveberê NRLS’ê Munzir Şiyar bal kişand ser projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:

Projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civak bi rêxistin kir û wan nêzî hev kir, her wiha yek dirûşme ku dewlet di her tiştî de pêk tîne, ji holê rakir.”

Back to top button