Encamnameya Komxebata navneteweyî ya der barê Peymana Lozanê de hate eşkere kirin
Hate gotin, sîstema neteweya demorkatîk ji pirsgirêkên herêmê re çareserî ye.
Her wiha bang hate kirin ku Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de were naskirin.
Encamname bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.
Di komxebatê de sedsaliya Peymana Lozanê hat destgirtin.
200 kes ji partiyên siyasî, akademîsyen, tevgerên jinan, saziyên civakî û rewșenbîrên ji her çar perçeyên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rûsya, welatan Ereban û kesayetên navneteweyî beşdarî komxebatê bûn.
Beșdaran teqez kirin ku Peymana Lozanê ya ku bi peymana așitiyê tê binavkirin, așitî û aramî ji gelê Kurd û gelên herêmê re neanî.
Vê peymanê rê da guhertina demografî, terora siyasî û guhertinên rastiyên dîrokî, hebûna gelê Kurd û hebûna gelên herêmê armanc girtin.”
Beşdarên komxebatê di encamê de gihane komeke pêşniyar û daxwazan ku dikarin doza kurdî û pirsgirêkên ewlehî û aramîyê çareser bike.
“Divê hêzên siyasî ji bo azadiya Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin”
Beşek ji pêşniyarên ku di komxebatê de hatiye kirin ev in:
- Em teqez dikin ku Peymana Lozanê nikarîbû aștî û aramiya herêmê peyda bike.
- Divê aliyê berpirsyar hêza stemkariya ku zilma xwe li ser gelê Kurd ferz dikin, rawestînin.
- Li gorî peymanên mafên mirovan û peymana Neteweyên Yekbûyî, divê doza kurdî were pejirandin û mafên gelê Kurd mîsoger bikin.
- Ji bo parastina gelê Kurd ji qirkirinê, divê hêzên kurdistanî derftên xwe yên siyasî, aborî leșkerî xurt bikin û bikin yek.
- Divê dewletên ku xaka Kurdistanê parçe kirine, siyasetên xwe yên li dijî Kurdan careke din berçav derbas bikin.
- Divê parastin, piștgirî û pejirandina navneteweyî ji Rêveberîya Xweser re were peydakirin.
- Beșdaran di dawî de bang li komîteyên hiqûqî û aliyên têkildar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku pêșniyarên komxebatê li cem aliyên navneteweyî yên têkildar bișopînin.