Îro Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî Peymana Lozanê komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist.
Komxebat bi beşdariya zêdetirî 150 siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolînerên kar û barên Rojhilata Navîn seatên sibehê dest pê kir.
Dê komxebat 2 rojan bidome.
Komxebat bi dirûşma “Lozan, Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî” li seyrangeha Çeto ya Hesekê îro seatên sibehê destpê kir.
Ji Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê 150 siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyen beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de axaftin ji aliyê nûnerên NRLS, Rêveberiya Xweser, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve hatin kirin.
Her weha Fermandarê gitştî yê QSD Mezlûm Ebdî bi riya vîdyokî tomarkirî tevlî komxebatê bû.
Banga Hevgirtin û Yekîtiyê li Kurdan hat kirin
Di tevahî axaftinan de behsa êriş û komployan hat kirin û ev tişt hat gotin:
Kurdan bi têkoşîna xwe da diyar kirin ku neteweke bingehîn ê rojhilata navîn e û bi êriş û peymanan nema dikarin wan tine-bikin û tine bihesibînin.
Taybet jî di sedsaliya Lozanê de, di rewşa Sûrî de divê her kes hesabê kurdan bike.
Her weha li hemberî tevahî êriş û komployan banga hevgirtin û yekîtiyê li kurdan hat kirin.
Di komxebatê de,
Rewşa siyasî ya herêmê ya berî Peymana Lozanê, peymana Lozanê û encamên wê yên li ser gelê Kurd.
Rewşa tevgerên kurdî di nîvê duyem ê sedsala 20’an de.
Peymana Sykes-Picot û dîroka netewedewletê li Rojhilata Navîn.
Rewşa Kurd û Kurdistanê bi damezirandina netewe-dewletê re, hatin nirxandin.
Di komxebatê de pêşangeha wêneyan hat pêşandan
Di komxebatê de pêşangeheke wêne û nexşeyên Kurdistanê yên encamên Peymana Lozanê hate vekirin.
Wêne balê dikişînin ser komkujiyên li dijî gelê Kurd û berxwedana gel a li hemberî dagirkeran.
Komxebat bi nirxandinan dewam dike.
Sibe di roja duyemîn de jî 3 rûniştinên din werin lidarxistin.