NRLS’ê li Hesekê komxebatekê li dar dixe

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî Peymana Lozanê forumeke navneteweyî li Hesekê li dar dixe.

Navenda NRLS bi dirûşma “Lozan; rastkirina dozên istiqrar û ewlehiya herêmî” li seyrangeha Çeto ya Hesekê di saet 8’an de destpêkir.

Ji Kurdistanê û welatên cuda yên cîhanê dê 150 siyasetmedar, rewşenbîr û akademîsyen beşdarî forumê bûne.

Di roja yekemîn de dê 3 rûniştin û di roja duyemîn de jî 3 rûniştinên din werin lidarxistin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê bi rêka zoom beşdarî forûmê bû.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku îro di rojhialta navîn de guhertin tê çêkirin û got:

Kurdan bi têkoşîna xwe da diyar kirin ku neteweke bingehîn ê rojhilata navîn e û bi di êriş û peymanê nema dikarin wan tinebikin û tine bihesibînin.

Taybet jî di sedsaliya Lozanê de, di rewşa Sûrî de divê her kes hesabê kurdan bike.

Ebdî bang li hemû kurdan kir ku divê her kes pitşgiriyê bide destkeftiyên kurdan yên başûr, rojava û bi hev re em van destkeftiyan bibin statuyek mayîne û gelê kurd bigîhîje mafê xwe.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ji bo Peymana Lozane formek li dar dixe

Back to top button