Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama êrişeke li gundewarên Dêra Zorê bi dronan 4 endamên Dîfa El-Wetenî hatin kuştin.
Çavdêriyê eşkere kir ku li nêzî sînorê Sûriyê – Iraqê, li gundewarên bajaroka Bûkemalê ya Dêra Zorê, dronekê êrişî koma bi navê Dîfa El-Wetenî ya girêdayî Hikûmeta Şamê kir û di encamê de 4 hatin kuştin, yek ji wan iraqî ye.
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, tu daxuyaniyeke fermî tune ye.
Li gorî wê, ji destpêka şerê Hemas û Israîlê de, Amerîkayê bi balafirên şer 8 caran êrişî baregeh û wesayitên komên Îranê kiriye û di encamê de 17 leşker hatine kuşrin û 10 jî birîndar bûne.
Her wekî komên bi ser Îranê li Sûriyê û Iraqê êrişî baregehên amerîkî dikin û heta niha bi dehên leşkerên wan birîndar bûne.



