Fermandariya NPG’ê gerîlayên ku çalakiya Metîna pêkanîn slav kir

Fermandariya Biryargeha NPG’ê ji bo operasyona şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn nameyek weşand û got: “Em hemû şervanên tevlî Operasyonoa Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed ji ber serketina wan pîroz dikin.”

Rêveberiya Navenda Biryara Parastina Gel ji bo şervanên ku operasyona şoreşgerî ya şehîd Leyla Amed a li herêma Matîna ya Herêma Parastina Medyayê pêk anîn û 18 dagirker ceza kirin, peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de wiha hat gotin:

“Em salvegera damezrandina PKK’ê li hevrêyên xwe yên hêja pîroz dikin.

Di 26’ê Mijdarê de, di şeva damezrandina PKK’ê de, li qada berxwedanê ya Girê Çarçelê ya Mîtîna operasyona şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed li dijî dagirkeran pêk hat.

Şervanan bi fedayî ji 5 baskan ve bi ser dijmin ve çûn û êrîş kirin.

Bi ruhê Apoyî 18 leşker di nav de fermandar hatin cezakirin.

Ev çalakî ne tenê derbe li dijmin xist, her wiha rastiya şerê li Kurdistanê careke din derxist holê.

Em hevrêyên xwe hemûyan careke din bi şoreşgerî ji dil silav dikin.”

Back to top button