Pentagonê sivîlên ku bi destê hêzên wê li Sûriye, Iraq, Somalya û Efxanistanê hatine kuştin, belge kir. Pentagonê ragihand ku, sala 2019’an 130 sivîl di operesyonên wan ên leşkerî de hatin kuştin û 91 jî birîndar bûne.
Li gorî rapora Wezareta Parastinê ya Amerîkayê- Pentagonê:
108 sivîl li Efxanistanê, 22 li Iraq û Sûriyê û 2 jî li Somalyayê hatin kuştin.
Pentegonê da zanîn ku “li Yemen û Lîbyayê ti sivîl li ser dest wan nehatine kuştin”.
Tê payîn, di van rojên bê de, Kongressa Amerîkî rapora salane ya operesyonên Koalîsyonê jî, par ve bike.