Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê, encamnameya kongreya xwe ya 6. a ku li dar xistibû, bi daxuyaniyekê eşkere kir. PJAK’ê wê ji bo avakirina civakeke demokratîk, yekîtiya neteweyî têkoşîna xwe bidomîne.
6’emîn Kongreya ya PJAK’ê di 10-11’ê Adara 2020’an de bi diruşma “Bi pêşxistina neteweya demokratîk ber bi yekîtiya demokratîk a gelên Îranê ve” li çiyayên Kurdistanê hate lidarxistin.
PJAK’ê, encamên kongreyê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parvekirin.
Li gor wê jî biryarên ku hatine girtin wiha ne:
PJAK, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, li Kurdistan, herêm û asta navneteweyî de bi çalak têdikoşe.
PJAK, rêya derbaskirina aloziya heyî di avakirina sîstema demokratîk a xwesertî a gelan de dibîne, ji bo vê jî bi tevahî hêz û aliyên ku di çarçoveya berjewendiyên hevpar bername û proje pêş dixin, li ser bingeha xeta sêyem hevkarî dike.
Ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û demokratîkirina Îranê, yekîtî û hevgirtina gelan a demokratîk pêş dixîne, di vê barê de xwedî plan û proje ye.
PJAK yekîtiya neteweyî dike navenda têkoşîna xwe, ji bo eniya hevbeş û yekgirtî li dijî êrîş û dagirkeriya li ser gelê Kurd û Kurdistanê pêş bikevin, wê rola xwe bilîze.
Ji bo yekîtiya gelan û demokratîzekirina Îranê û pêşvebirina siyaseta demokratîk amadeye ku xebatên hevbeş bi tevahî cewaziyên çandî û civakî re bimeşîne.
PJAK, têkoşîna azadiya jinê wek rehend û bingeha paradîgmaya têkoşîna xwe bingeh-digire.
Li beramberî zihniyeta pîrsalar, rola pêşengtî ji nasnameya ciwanan re tê dayîn.