Ciwanek, ji ber guhdarîkirina li muzîka Kurdî hate kuştin

Herî dawî li Enqereyê, Ciwanek ji ber li muzîka Kurdî guhdarî dikir, bi awayekî hovane hate kuştin. Li dijî vê yekê jî bertek zêde bûn.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got:
Her kes li dijî buyera li Amerîka rû dayî bertekê dide û diqîre, lê ji bo kuştina ciwanên kurd ti kes dengê xwe nake.. ÎHD’ê wê dozê bişopîne.

 

Tevî qedexekirina ziman û çanda kurdî, guhdarkirina stranên kurdî jî guneh dibîne. Ev te-v rastî û hovîtiya dewleta Tirk teqez dike.

Li navçeya Etî-mes-gut a Enqereyê 31’ê Gulanê, ciwanê Kurd Bariş Çakan, di êrîşa nîjadperest de hat kuştin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn, bertek nîşan da û diyar kir ku wê ÎHD dozê bişopîne.

Nijadperestiya li dijî Kurdan jî qet nayê nîqaşkirin

Eren Keskîn, balkişand ser nijadperestiya dewleta Tirk û destnîşan kir ku ‘Me di temenê biçûk de nîjadperestiya dewleta Tirk nas kiriye, em li erdnîgariyek wisa dijîn.

Hevseroka ÎHD’ê got:

Êrîşa nijadpered a li Amerîka ya li dijî ew kesê reşik pêkhatî, heman êrîş jî li dijî kurdên li Enqerayê pêk hat.

Tevî vê jî, her kes li dijî buyera li Amerîka rû dayî bertek dide û diqîre, lê ji bo kuştina ciwanên kurd ti kes dengê xwe nake..

Mixabin nîjadperestiya li dijî kurdan jî qet nayê nîqaşkirin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn, ragihand ku li Tirkiyê Îdeolojiyeke fermî ya ku tenê Tirk û Muslimantiya Sunnî bingeh digire heye. Ev îdeolojiya fermî tevhî civakê diyar dike. Ji bilî xwe kesî qebûl nakin.

Kurdan jî dijminê xwe yê sereke dibînin.

Back to top button