Ji ber qedexeya hatinûçûnê ya ji bo pêşlêgirtina belavbûna vîrûsa Coroanyê, ev nêzî 5 meh in ajokarên xetên derveyî Hewlêrê bêkar in û di rewşek xerab de ne.
Îro jî ajokar çalakiyek li dar xist û banga vekririna riyan kirin.
Ajokarên tevlî çalakiyê bûn destnîşan kirin ku ji ber qedexeyê bêkar mane û xwestin ji bo dest bi kar bikin destûr were dayîn.
Xwediyê gereca Hewlêr-Silêmaniyê Muzafer Seyid Eskender anî ziman ku ji 13’yê adarê ve rê hatine giritn û dahata ajokaran tenê li ser vî kariye û heta niha jî ti alîkarî ji bo wan nehatiye dayîn.
Berpirsê xeta di navbera Hewlêr û Bexdayê Serkeft Ebdulqadir jî got:
“Em dizanin korona heye. Lê, her kes dikare xwe biparêze.
Hinek ajokar hene nan nîne bixwin û ev 5 meh in li mal rûniştine û daxwaz dikin ku rê vebin.”
Hêjayî gotinê ye ku ji ber qedexeyê li Hewlêrê 2 hezar û 224 ajokarên taksiyan bêkar mane.