Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û TAJÊ’ê ve ji bo piştgiriya berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bidawî bû.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Elyas ve hate xwendin wiha ye:
“Ev demeke dewleta Iraqê li ser îradeya gel planan çêdike û dixwaze gelên xwedî îrade, têkoşer û berxwedêr teslîm bigire.
Ev yek heta niha bi tu awayî nehatiye qebûlkirin û ji niha û pê ve jî naye qebûlkirin.
Li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî li ber xwe daye, xwe parastine û ew çete bi bin xistine.
Li rexmê van hemû rastiyên xelkê Wargeha Mexûrê, artêşa Iraqê êrişî wan dike û dixwaze wan dorpêç bike.
Bila xelkê me yê Wargeha Mexmûrê baş bizanibe ku em wek xelkê Şengalê heta dawiyê wê bi wan re bin û berxwedana wan silav dikîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku dest ji van plan û êrişên li ser Wargeha Mexmûrê berde.