Prof. Denîs: Bi tecrîdkirina Ocalan re dê nikarin çareseriyekê peyda bikin

Komeke ji Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî di 11’ê gulanê de hatibûn Stenbolê.
Yek ji endamên şandeyê Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn tecrîda li ser Abdullah Ocalan axivî û got:
“Li ser fikrê Ocalan eleqeyek mezin a cîhanê heye”

ji bo montaj lînka wêne Denis O’Hearn:

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo O,’Hearn ev tişt anî ziman:

“Asta tecrîdê, rista Abdullah Ocalan jî radixe ber çavan.

Tevî tecrîdê jî Tirkiyeyê nekarî xwe bigihîne armanca xwe. Jixwe ev yek mimkin jî nîne.

Peywendiyên Ocalan ên bi dinyaya derve bi temamî qut kirine lê ev yek dê bi xwe re çareseriyekê neyîne.

Tişta ewil a ku divê em li Ewropa û DYA’yê bikin ev e; divê li dijî Tirkiyeyê em zextê bidin avakirin.”

“Li ser fikrê Ocalan eleqeyek mezin a cîhanê heye”

Denis O’Hearn bal kişand li ser fikr û felsefeya Rêber Apo û wiha got:

Jixwe Ocalan li Ewropa û DYA’yê kesekî pir popûler e.

Û li seranserî cîhanê eleqeyeke mezin bo van fikran heye.

Modêla ‘Xwerêvebirinê’ li dijî takekesiyê, têgeheke civakî ye.

Û ev yek jî ji bo kapîtalîzmê gefeke pir mezin e.”

Serokê şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Karataş li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir

Back to top button