Di dema çinînê de artêşa dagirker êrîşên xwe zêde kirine

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê zêdetir kirine.
Di armanca wan êrîşan de tê dîtin ku dagirkerî hewl dide ziyanê bigîhînin berhemên çandiniyê.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid têkîldarî êrîşên artêşa dagirker ev tişt anî ziman:

“Dema şênî û cotkar zeviyên xwe diçînin, artêşa dagirker êrîş dide destpêkirin.

Armanca dagirkeran ji gurkirina êrişan ew e ku ziyanê bigihînin berhemên çandiniyê û nehêlin şênî çininê bikin.

Ev êriş gefê li jiyana welatiyên ku debara xwe bi çandiniyê dikin, dixwe.”

El Ebid destnîşan kir ku ji ber topên artêşa Tirk a dagirker şewat di zeviyên çandiniyê de derket û bi zanebûn tîmên rewşên awarte dikirin hedef.

Hejayî bibîrxistinê ye ku 17’ê Gulanê, artêşa Tirk a dagirker gundê Cedîda û rêya M4 ên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de 5 welatî birîndar bibûn.

Her wiha ji ber topbaranê şewat li kampa Eyn Îsayê derket û tîmên destwerdanê hatin hedefgirtin.

Back to top button