28 Rêxistinên Sûrî gilî li biryara avakirina 400 malî li Efrîn û Ezazê kir

Li dijî planên guhertina demografîk li Efrînê, 28 Rêxistinên Hiqûqî û Sivîl ên Sûriyê gilînameyek rakir Komelya A manî Deutsche Welthungerhilfe e.V. ya alîkariya birçîbûnê li cîhanê.

Her 28 Rêxistinan bal kişand ser kirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, ku bi hatina artêşa Tirk û çeteyên wê re, bi hezaran şêniyên resen hatin koçkirin û li şûnê malbatên çeteyan hatin bicihkirin.

Rêxistinan, biryara Komeleyê ya duristkirin û nûavakirina 400 malan li Ezaz û Efrînê bi bîr xist, ku dê koçberine Sûrî li şûna kesên wê yên resen bi cih bikin û bi vê yekê wê rasterast dagirkerî û guhertina demografîk xurt bibe.

Ji lew re, her 28 Rêxistinan bang li Komeleya Alman kir ku ji biryara xwe vegere û piştevaniya darayî nede projeyeke wisa li Efrînê, ji ber bi vî rengî, mafê şêniyên resen tê xwarin û cih û warê wan tê wendakirin.

Back to top button