Li Helebê Yekîtiya Kerhemkaran alîkariya tenduristî li nexweşan belav kir

Yekitiya Berhemkaran a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo alîkariya nexweşên vîrûsa Coronayê hin madeyên tenduristiyê pêşkêşî Meclisa Tenduristiyê kirin da ku li ser nexweşan belav bikin.

Yekitiya Berhemkaran a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku wan 75 çenteyên ku ji madeyên tibî pêk dihat radestî Meclisa Tenduristiyê kir da ku li ser nexweşên vîrusa koronayê werin belavkirin.

Serokê Odeya Yekitiya Berhemkaran Heysem Emîn anî ziman ku armanca wan ji vê gavê, ew e ku piştgiriya nexweşên vîrusa koronayê bikin.

Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 18’ê Tebaxê de pêketina 6 kesan bi vîrûsa Coronayê li Şêxmeqsûdê ragihandibû.

Back to top button