TJA li Wanê dest bi kampanyaya xwe kir

TJA’yê li Wanê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma “Em xwe diparêzin” ku wê 4 mehan dewam bike da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) Starta kampanya xwe li baxçeyê avahiya HDP’ê bi şahiyeke ku li dar xist da.

Di şahiyê de parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkun, parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û gelek jin û hevkarên TJA’yê jî amade bûn.

Beriya daxuyaniyê jinan li gel muzîkê govend gerand.

Piştre daxuyaniya kampanyayê yê hevpar hat xwendin.

Hate gotin, çalakiya ku îro despêkirî wê 4 mehan bidome.

Paşê şahî bi gotina slogan û govendê bi dawî bû.

Back to top button