Di şerê li Heftenînê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Li Heftenîna başûrê kurdistanê ku artêşa tirk a dagirker dixwaze dagir bike, şerekî giran rû dide. Di encamê de, 2 leşkerên dagirker yên dewleta Tirk hatin kuştin.

vê lînkê bikar ne ênin.. tenê ji bo agahiyane.

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ragihand ku li devera Heftenînê ya başûrê Kurdistanê 2 eskerên wan hatin kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li ser çalakiyê heta niha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ti daxuyaniyek nedaye.

Ji 17’ê Hezîranê ve, gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa tirk a dagirker li Heftenînê berxwedaneke mezin nîşan didin û artêşa dagirker derbên giran dixwe..

Heta niha jî bi sedan leşkerên dagirker yên Tirk hatine kuştin.

Back to top button