Komîteya Navendî ya PKK’ê: Tevgera azadiyê û Kurd li ser xeta heqî karer şer dikin û wê bi serkevin

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya roja şehîdan peyamek da û got, “Di sala 46’an de jî li ser xeta şehîdan ku Hakî Karer pêşengiya wê dike, em ê bi xurtî şer bikin û bi ser bikevin.”
Fermandariya Biryargeha NPG’ê jî bi heman armancê peyamek weşand û got, “Artêşa Şehîdên Nemir a PKK’ê, her roj mezintir dibe, her şehadet me dibe serketinê.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya 18’ê Gulanê Roja şehîdan peyamek da û şehîdên meha Gulanê bibîranîn.

Komîteyê di peyamê de diyar kir Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd di Gulan 46’an de li ser xeta Hakî Karer û li ser xeta şehîdan dijîn û şer dikin û wiha got,

“Di têkoşîna azadiyê ya dîrokî de ya ku em bi pêşengiya Berxwedana Zap û Avaşînê de dimeşînin, şehîdên nû didin.

Em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd 45 sal in li ser xeta Hakî Karer û xeta şehîdan jiyan û em têkoşiyan.

Me her tişt bi saya têkoşîna mezin a li ser xeta Rêbertî û Xeta Şehîdan bi dest xist.

Li hemberî îxaneta nokerî, helwesta rast û têkoşîna serkeftî jî me bi hêza şehîdên xwe yên qehreman derxist holê.”

PKK’ê diyar kir bi pêşengiya Berxwedana Zap û Avaşînê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîneke bêhempa tê meşandin û wiha dewam kir;

“Em ê pêngava xwe ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ku azadiya Rêber Apo ji xwe re kiriye hedef, di sala pêncî de bigihînin serkeftinê.

Gerîlayên me yê qehreman her roj derbên kuştinê li çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê dixin û rejîma faşîst li Zap û Avaşînê dixin bin erdê.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê di dawiyê de wiha got,

“Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca şehîdên xwe yên qehreman bi ser bixînin.

Di sala 46’an de jî em li ser xeta şehîdan ku Hakî Karer pêşengiya wê dike, em ê bi xurtî şer bikin û bi xurtî bi ser bikevin.

Hevalên me yên partiyê di serî de em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku xeta Rêbertî û şehîdan baş fêm bikin û bi serkeftî pêk bînin.”

Fermandariya NPG’ê: Her şehadetek me dibe serketinê

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê jî bi wesîleya meha şehîdan peyamek weşand.

NPG’ê şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî û got,

“Partiya me PKK weke ‘Partiya Şehîdan’ têkoşîna xwe ya nîv sedsalê li ser hîmê xeta şehîdan gihandiye vê serdemê.

Fêhmkirina PKK’ê, jiyana bi pîvanên PKK’ê bi fêhmkirina rastiya şehîdan, bi jiyana li gorî vê rastiyê dibe.

Artêşa Şehîdên Nemir a PKK’ê, di têkoşîna me ya azadiyê de, her roj mezintir dibe, her şehadet û sekna fedaî ya Apocî me dibe serketinê.”

Fermandariya NPG’ê di dawiyê de got,

“Em ê her tim şopdarên şehîdan bin, meşa xwe ya ji bo Rêbertiya azad, Kurdistana azad her roj mezintir bikin û bi serketinê tacîdar bikin.”

Back to top button