Tuîk: Di 3 mehên despêka salê de jimara bêkaran gihişt 11,4’an

Polîtîkayên rejîma Erdogan, civaka Tirkiyê roj bi roj hejartir dike.
Di berdêla hejariyê de, Erdogan û alîgirên wî dewlemend dibe.
Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku di nava 3 mehên despêka salê de 50 hezar kesên din li karwana bêkariyê zêde bûne.
Û bi vêre, piştî 5 mehan cara yekem lîreyê Tirkî li pêşberî dolar 15,55 derbas kir.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên navbera Çile-Adara 2022an eşkere kir.

Li gorî vê yekê rêjeya bêkariyê ya ku demsalî hatiye sererastkirin, di çaryeka despêka salê de gihiştiye ji sedî 11,4.

Rêjeya bêkariyê li gorî heman dema sala borî 0,1 xal zêde bûye.

Ev jî tê wateya 50 hezar kesên din li karwana bêkaran zêde bûne.

Bivê re, jimara bêkaran derket 3 milyon û 845 hezar kesî.

Ji 20’ê Kanûnê ve dolar cara yekem 15,55 derbas kir

Bi zêdebûna jimara bêkariya li Tirkiyê re, nirxê lîreyê wî jî her ku diçe kêm dibe.

Dolarê Amerîkî ku ev 8 roj in her diçe li pêşberî lîreyê tirkî zêde dibe.

Ji 20’ê Kanûnê ve cara yekeme depoyên parastî yên diravî hatin eşkerekirin ku derketiye 15,5 TL’yî.

Dolar/TL bi 15,59’an tê firotin.

Bi van daneyan lîreyê Tirk di du hefteyên dawî de li hember dolar ji sedî 4,5 nirxê xwe winda kir.

Li aliyê din Euro/TL derket 16,25’an.

Di saetên despêkê yên rojê de, rêjeya pevguhertinê derket 16,27’an.

Back to top button