Lukaşenko: Lîderê Wagner li Rûsyayê ye

Serokê Belarûsya Lukaşenko got; Lîderê Wagner ne li Belarûsya, lê li Rûsyayê ye.

“Lîderê Wagner Yevgeny Prigojin ne li Belarûsyayê ye.

Ew li Rûsyayê ye.”

Bi vê gotinê Serokê Belarûsya Aleksander Lukaşenko carke din mijara Wagner xist rojeva cîhanê.

Ev axaftinên Lukaşenko piştî wê yekê hat ku wî bi lîderê Wagner ya li ser bicihbûna Belarûsyayê re lihev kiribû.

Lukaşenko di civîneke çapemeniyê de ji bo rojnamevanên biyanî li paytext Mînskê got:

“Prigojin li St Petersburge.

Ew ne li Belarûsyayê ye.”

Rûniştina Prigojin, serokê koma çekdarên Wagner û navenda şirketa rêveberî û şêwirmendiyê Concord û Wagner li St. Petersburgê ye.

Lukaşenko anî ziman ku çekdarên beşdarî hewldana serhildanê ya neserketî bûne, tevî pêşniyara Kremlîn a ji bo çûna Belarûsê li Belarûsê ne û got,

“Di vê qonaxê de têkildarî veguhestina wan û bicihkirina wan de biryarek nehatiye dayîn.”

Lukaşenko her wiha got;

Ti guman nîne ku emê li welat mêvandariya beşek ji van şervanan bikin.

Eger pêwîstiya me bi van yekîneyan hebe, em ê tavilê wan bixin nav tevgerê û ezmûna wan ji bo me binirx e.”

Şervanên Prigojin û Wagner ên ku li dijî Kremlînê dest bi serhildanê kirin, di 24’ê Hezîranê de ewil Midûriyeta Navçeya Leşkerî ya Başûr li Rostovê kontrol kirin.

Çekdarên Wagner piştre ber bi Moskovayê ve ketin tevgerê.

Lêbelê, serhildan di heman rojê de di encama peymana Kremlin û Prigojin de bi dawî bû.

Kremlin ragihand ku Prigojin wê biçe Belarusê.

https://president.gov.by/en/events/vruchenie-generalskih-pogon-vysshemu-oficerskomu-sostavu-1687950570 dimen di vir de ye

Lukashenko jî di 27’ê Hezîranê de di daxuyaniyekê de gotibû, Prigojin hatiye Belarûsyayê.

Lê Prigojin ji 26’ê Hezîranê ve tu daxuyaniyek nedaye.

Back to top button