Hevberdevkê DBP Atîlla Ozdogan: Statûya li Rojava li zora wan diçe

Hevberdevkê DBP’ê Atîlla Ozdogan diyar kir ku desthilata AKP ya ji ber krîza navxweyî, pêdivî bi operasyoneke bejahiyê dibîne û got:”Ihtîmaleke mezin e ku li dijî Rojava operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin.”

Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Atîlla Ozdogan, têkildarî êrişên li Kurdistanê û ji ajansa Mêzopotamyayê re axivî.

Atîlla Ozdogan, êrişên li dijî her du herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkerî bi nav kir û got:

“Ji ber Tirkiye sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê avakirin weke xeter dibîne êrîş dike.

Ozdogan, gotinên Serokkomarê Faşîst Erdogan yên ji bo herêmê ku gotibû “Ji bo wir kesên herî guncav ereb in, şêwazê jiyana kurdan ne li gorî wê derê ye” bi bîr xistin û ev yek got:

“Bi van gotinan armanca xwe ya esasî got û sînyal da ku ew ê kurdan ji wir derxînin.

Ev jî di heman demê de guhertina demografîk e û operasyona bêkurdkirinê ye.

Dixwazin statuya li Rojava hatiye bidestxistin û ji holê rakin. ”

Atîlla Ozdogan: Tirkiye beriya hilbijartinê dixsaze êrişî Rojava bike

Herî dawî Hevberdevkê DBP Atîlla Ozdogan diyar kir ku desthilata AKP’ê ji ber krîza navxweyî xetimiye û pêdivî bi operasyoneke bejahî dibîne û got:

“Heke daxwaza wan were qebûlkirin, îhtîmaleke mezin e ku dê beriya hilbijartinê li dijî Rojava operasyoneke bejahî bide destpêkirin.

Lê encamên vê dê wisa sivik nebin.”

Back to top button