Bûn du meh û hîna cenaze radest nekirine. Tevî serma û rewşa hewayê ya nebaş jî, malabtên şehîdan hîna çalakiya xwe didomînin û hêviya wergirtina cenazeyên zarokên xwe qet qut nekirine.
Bênavber du meh in malbatên şehîdan çalakiya konvedanê li Sêmalka didomînin û heta niha bersiv tune ye.
Malbatan berî niha fermî xwestibûn derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bibin û li gel rayedaran bicivin, lê destûr nedihat dayîn.
Duh careke din hewldan çêbû û dayikên şehîdan carke din xwestin derbas bibin, lê dîsa destûr nedan û nehiştin ev dayik derbas bibin.
Ne cenazeyan radst dikin, ne rê didin van dayikan ku bi fermî daxwazên xwe pêşkêşî aliyên Başûr bikin û ne jî bersivê didin.
Malbat jî bi biryar in heta van cenazeyan wernegirin, çalakiya xwe bidomîin.