Sebrî Ok: Amerîka û Ewropa berpirsên pergala li Îmraliyê ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok li ser civîna dawî ya Konseya Ewropayê anî ziman “Divê Komîteya Wezîran a Konseyê zextê li Tirkiyê bike da ku cezayê girtîgehê yê hetahetayê ku li dijî Rêber Apo hatiye sepandin, sererast bike.” Sabrî Ok bang li gelê kurd kir ku ji aliyê siyasî, dîplomatîk, hiqûqî û civakî ve li dijî tecrîdê li her qadê li ser piyan bin. 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sebrî Ok têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber APO û biryara dawî ya Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo ji ajansa Firatê re nirxandin kir.

Sebrî Ok da zanîn ku pergala li Îmaraliyê ji aliyê hêzên navneteweyî yên komploger ve hatiye avakirin û ev got:

“Dema ku Rêber Apo anîn Îmraliyê, yek ji kesên ku ew pêşwazî kir jinek bû û bi navê Konseya Ewropayê bû.

Ev jin ji Rêber Apo re dibêje “Em ê li giravê bin û dem bi dem karibin hevdîtinan bikin.”

Yanî Amerîka û Ewropa ji pergala li Îmraliyê berpirsiyar e.”

Ji xwe yên ku komplo plan kirin û pêk anîn Amerîka û Ewropa bûn.”

Sebrî Ok diyar kir ku Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT heta niha di mijara Rêber Apo de li gorî hiqûqê tevnegeriyane, ji ber ku mijar Polîtîk e.

Sebrî Ok: Biryara konseyê girîng e lê têkoşîna gel girîngtir e

Sabrî Ok di berdewamiya nirxandina xwe de anî ziman “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwedî li biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya beriya niha derketiye.

Ev girîng e. Lê ya girîng divê ji vir û şûn ve Komîteya Wezîran zextê li Tirkiyê bike da ku cezayê girtîgehê yê hetahetayê li gorî biryara dadgehê sererast bike.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sebrî Ok dawiya nirxandina xwe da zanîn “Ya girîng û diyarker ku karibe tecrîdê bi dawî bike têkoşîna gelê kurd e” û bang li hemû kurdan kir ku di asta siyasî, dîplomatîk, hiqûqî û civakî de li her qadê li ser piyan bin.

Back to top button