2 GIRTIYÊN SÛRIYÊ ÊN LI CEM ÎSRAÎLÊ SERBEST HATIN BERDAN

Îsraîlê ragihand ku 2 girtiyên ji Sûriyê serbest berdane.
Ev yek jî piştî ku rejîma Sûriyê termê leşkerê Îsraîlê bi navbeynkariya Rûsyayê di destpêka vê mehê de radestî rejîma Îsrayîlê kir, pêk hat.

Bi navbeynkariya Rûsyayê bermahiya termê leşkerê Îsraîlê Zakariya Baumale ji bo Îsraîlê hatibû dayîn.

Li hember wê jî di Dergeha Quneterayê re Îsraîlê 2 girtiyên ji Sûriyê radestî hikumeta rejîmê kir.

Armanca Rûsiyê jî ji vê navbeynkariyê başkirina têkiliyên rejîma Sûriyê û Îsraîlê ye.

Li aliyekî din jî Rûsya hewl dide ku rejîm û Îsraîl li ser hesabê hebûna Îranê yê ku ji vê nerazî ye, bigihîne hev.

Leşkerê Îsraîlê Zakariya Baumale di şerê Siltan Yeqûb ê beriya 37 salan li Lubnanê hatibû kuştin.

Leave a Reply

Back to top button