Ji bilî van êrişan, birîna daran jî ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve li Efrîna dagirkirî bênavber dewam dike.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 500 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Meryemîn ê navçeya Şerayê birîn.
Ajansa Hewarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand “Di 15’ê Sibatê de çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 500 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Meryemîn ê navçeya Şerayê birîn.”
Hat zanîn darên ku hatine birîn ên şêniyên bi navê Mehmûd Mihemed Elî û Ehmed Cemal El-Dîn in.
Tevî hemû sûcên wan, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê, bi domdarî xwezayê jî wêran dikin û hertim daran dibirin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, ji bilî destdanîna li ser bi dehezaran darên zeytûnan, heta niha bi sedhezaran darên