Çavê cîhanê li ser tetbîqata Rûs-Belarûsê ye

8 rojin li sînorê Ûkrayna metirsiyek pir zêde ya ji tevgera Rûsya heye. Ji bo tetbîqata Rûsya-Belarûs tenê 3 roj man. Lê tevgera welatên rojavayî ya ber bi Ûkrayna ve jî qet ranewestiya. Amerîka bi şandina leşkerên nû ji Polonya re, jimara wan gihand 10 hezarî. Di civîna Wezîrên Parastinê yên NATO de biryara xurtkirina herêmên rojhilatê Ewropa hate dayîn.

Roj derbas dibin û dema tetbîqata Rûsya-Belarûs jî ber bi dawiyê ve diçe.

Tetbîqata ku 10’ê Sibatê despê kirî wê 20’ê mehê bi dawî bibe.

Lê vê tetbîqatê heta niha kariye ku bibe rojeva sereke a cîhanê.

8 rojin tevgera li sînorê Ûkrayna ji nêz ve tê şopandin.

Yekîneyên Taxa Leşkerî ya Rojhilat û leşkerên hêzên çekdar ên Belarûsê tetbîqata gulebaranê li qada perwerdehiyê ya Brestsky, li nêzî Brestê, pêk anîn.

Dimenê vê tetbîqatê doh ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê (MOD) ve hate weşandin.

Wê di 19’ê Sibatê de li qada perwerdehiyê ya Obuz-Lesnovsky qonaxeke gulebarana zindî were lidarxistin.

Li Polonya ku nêzî sînorê Ûkrayna ye leşkerên DYA bicih bûne

Di çarçoveya pêngavên bihêzkirina eniya rojhilatê NATO de, bi sedan leşkerên Amerîkî gihiştine firokexaneyeke nêzîkî sînorê Polonya û Ûkrayna.

Li gorî nûçegîhanên AFP’ê, leşkerên Amerîkî li Balafirgeha Rzeszow ji du balafirên leşkerî yên Boeing C-17 daketin û li otobusan siwar bûn.

Balafirgeh bi qasî 100 kîlometre dûrî sînorê Polonya bi Ûkraynayê re ye.

Hat diyarkirin ku leşkeran bi helîkopterên Black Hawk û Chinook ji balafirgehê derketin û vegeriyan.

Li nêzî termînala balafirgehê kampek bi maşînên zirxî, kamyonên leşkerî, konteyniran û zêde leşker hatiye avakirin.

DYA ragihand ku ew ê bi awayekî demkî 4 hezar û 700 leşkerên din bişîne Polonya ku endama YE û NATO ye.

Jimara leşekrên DYA li Polonya gihişt 10 hezarî

Sedema vê yekê jî tevgera zêde ya leşkerên Rûsya li sînorê Ûkrayna hate destnîşankirin.

Bi vê biryarê re hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Polonyayê gihişt 10 hezarî.

Balafirgeha Rzeszow ji bo herêma Podkarpackie wekî balafirgehek sivîl jî kar dike.

Stoltenberg: NATO wê hebûna hêzên xwe li rojhilat xurt bike

Di nava rewşa heyî de, yek ji aktorên li dîkê NATO ye.

Tevgera NATO jî ji aliyê Moskow ve ji nêz ve tê şopandin.

Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg diyar kir ku ew ê hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilat xurtir bike da ku hemû hevpeymanan biparêze.

Jens Stoltenberg peyam da ku hevalbend dikare li Romanyayê yekîneyeke nû ya leşkerî ya navneteweyî ava bike.

Stoltenberg piştî civîna wezîrên parastinê yên NATO yê ji çapemeniyê re axivî û got:

Ji bo garantîkirina ewlehiya hemû hevpeymanên li aliyê rojhilat li hember gefên Rûsyayê, wê xebat bên zêdekirin.

Back to top button