Li derdora gundê Mielek ê Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide

Li derdora gundê Muelek ê gundewarê Eyn Îsayê, piştî êrişên çeteyên dewleta Tirk li dijî herêmê bi hewldana gihandina rêya M4, şerekî dijwar rû da. Her wiha dagirkeriya Tirk gundê Derdara yê Til Temirê jî topbaran kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan xwe bigihînin rêya M4.

Bi wê re êrişî gundê Muelek ê ku 2 km li rojavayê Eyn Îsayê dikeve, kirin.

Lê QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrişan da û di encamê de şerekî dijwar li derdorî gund rû da.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Derdara yê Til Temirê topbaran dikin

Li gorî çakaniyên ji herêmê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  gundê Derdara yê li navçeya Til Temirê ya li ser rêya Zirganê bi çekên giran topbaran dikin.

Li gorî agahiyê heyî, gelek moşek li navenda şaredariya gundê Derdara ketin û zirar bi avahiyê kirin.

Back to top button