Mevlut Çavuşoglu: Hebûna me li Lîbyayê rewa ye.. Ti kes nikare me derxe

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglu li Soçiyê diyar kir ku hebûna çeteyên wan rewa ye û ti kes nikare wan ji wir derxîne. Tirkiye hin çek û alavên leşkerî bo çeteyên Wîfaqê şandin. Ji bo çareseriya aloziyê jî, Dîdargeha Diyaloga Siyasî ya Lîbî civînên xwe yên nîqaşkirina avakirina desthilata cîbicîker û amadekariya bo lidarxistina hilbijartinan, dewam dike. 

Tevî hewldanên NY yên çareserkirina aloziya Lîbyayê, dewleta Tirk gef, şandina çek û çeteyan bo têkbirina guftûgoyên leşkerî û siyasî û pêkanîna ajendeyên xwe ranawestîne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglu duh li Soçiyê da xuyakirin ku hebûna leşker û çeteyên wan li Lîbyayê rewa ye û ti kes nikare wan derxe.

Çavişoglu anî ziman ku wan digel Rûsyayê lihevkirin bi hikûmeta Wîfaqê re îmze kirine û got:

“Hin ji van lihevkirinan, “perwerdeyên leşkerî” ne.

Ti hêz nikare me derxe, ji ber ku lihevkirin hê jî berdewam in.”

Jixwe berî çend rojan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilusî Akar serdana paytexta Lîbî Terablusê kiribû û gefa ku “çeteyên wan li gorî lihevkirinekê li Lîbyayê ne û ti hêz nikare wan ji wir derxe” xwaribû.

Tirkiye 2 balafirên barhilgir pergala radaran şandin Lîbyayê

Li gorî ragihandina Lîbî, piştî serdana Hilusî Akar bi çend rojan, Tirkiyê 2 balafirên barhilgir, betariyên mûşekan û 2 pergalên radaran bo piştgiriya hikûmeta Wîfaqê şandin.

Jixwe ragihandina Erdogan bi peyamên arîner, hewla rûdana şerekî navxweyî yê Lîbî-Lîbî dide.

Li ser vê yekê, Komîteya Karên Derve ya Meclisa Parlamenterên Lîbî hişyariya çûyîna bi dû bangên şerxwaz ên Tirkiyê da û bang li civaka navneteweyî kir ku helwesteke ciddî bo derxistina hemû hêzên biyanî bigire.

Civînên dîdargeha siyasî ya Lîbî ji nû ve dest pê dikin

Li aliyekî din, Dîdargeha Diyaloga Siyasî ya Lîbî îro bi serpereştiya NY civînên xwe yên nîqaşkirina avakirina desthilata cîbicîker û amadekariyên pêwîst bo pêkanîna hilbijartinan, dewam dike.

Hemwextî wê, şandeya navneteweyî bang li her 75 endamên Dîdargehê kir ku beşdarî rûniştineke diyalogê ya nû bibin, da geşedanên pêvajoya siyasî gengeşe bikin.

Tê payîn, civîna îro, dê der barê danîna baştirîn mekanîzmeyên qanûnî û bingehên destûrî bo hilbijartinên 24 Kanûna 2021’ê de be.

Her wiha Sêşema bê jî tê payîn ku gereke nû ya diyalogên siyasî di navbera endamên Dîdargehê de li paytexta Tûnisê pêk were.

Back to top button