Cibraîl Mistefa: HRE li gorî hemû yasayên Navneteweyî rewa ye

Parêzer Cibraîl Mistefa li ser rewabuyîna Hêzên Rizgariya Efrînê axivî.
Parêzer Cibraîl diyar kir ku HRE bi hemû operasyonên xwe, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dike hedef û got: Li gorî Hevpeymana Cinêvê ya çarem, mafê her gelekî ye ku çarenivîsa xwe diyar bike û li dijî hêzên dagirker şer bike.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2018’an de herêma Efrînê dagir kirin û şêniyên wê neçar dikin ku ji cih û warên xwe koçber bibin.

Piştre jî operasyonên guhertina demografiya herêmê pêk anîn. Rojane hemû gund û deverên Şehbayê bombebaran dike û rasterast sivîlan dike armanc.

Lewma li dijî vê yekê şêniyên Efrînê hêzek bi navê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ava kirin.

Têkildarî vê yekê parêzer Cibraîl Mistefa axivî.

Mistefa anî ziman ku HRE li gorî peyman, qanûn, pîvan û exlaqên navneteweyî rewa ye û wiha got:

Li gorî peymanên navneteweyî û referansa Peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945’an, mafê xweparastinê mafekî pîroz û parastî ye.

Ji ber wê li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî (NY), em dibînin ku herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Piştî ku şêniyên Efrînê ji axa xwe koçber bûn, gefên dewleta Tirk li ser herêmên Şehbayê ji bo dagirkirinê berdewam kir.

Ji ber vê yekê Hêzên Rizgariya Efrînê li gorî peymanên navdewletî û bi taybet peymana Neteweyên Yekbûyî hate avakirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê xwedî mafê xwezayî ye ku parastina gelê xwe bike.

Cibraîl Mistefa: HRE li gorî peymanên şer tevdigere

Parêzer Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku HRE di operasyonên xwe de li gorî pîvan û peymanên şerê çekdarî tevdigerin û wiha got:

HRE ji destpêka damezrandina xwe ve, li gorî peymanên şer tevdigere.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi hemû operasyonên xwe, navendên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sûcdar kiriye hedef.

Li gorî wê jî gelek tecrûbeyên dîrokî yên mîna Hêzên Rizgariya Efrînê hene ku li hemberî hêzên dagirker sekinîne.

Back to top button