Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Oparasyon gelek girîng e

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê destnîşan kirin ku operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ji bo têkbirina DAIŞ’ê, şaneyên hikumeta Şamê û Tirkiyê li herêmê gelek girîng e.
Her wiha gotin divê xelkê herêmê bi fitneyê neyên xapandin û piştgiriya QSD`ê dewam bikin.

Hêzên QSD û Asyiş dest bi oprasyona xurtkirina ewlehiyê li Dêrazorê kirin.

Armanca idiyayên ku li ser torên medyaya civakî tên belavkirin, derxistina ftinê ye navbera pêkhateyane.

Hikumeta Şamê bi şandina çekdarên xwe dixwaze fitnê derxîne.

Hêviya me ji gelê me yê Dêrezorê ew ku li dijî van fitneyan bisekinin û piştgiriya oprasyonê bikin daku ewlehî û aramî pêk were

Hêzên me yê QSD û Asyiş, bi oparsyonê rojhilat û rojavayê dêrazorê ji çeteyan û hin çekdarên hikumeta şamê ku destê wan di tevlîheviyê de hebûn paqij dike.

Bi riya şerê çapemeniyê dixwzin fitnê derxin, ji bo wê em ji gel hêvî dikin ku piştgiya QSD bikin, da ku herêmê ji van çetayan paqij bikin û aramiyê pêk bînin,

Operasyona me ji bo tunekirina şaneyên girêdayî Tirkiye, rejîmê, Îran û DAIŞ’ê ye.
Operasona me ji bo xilaskirina herêmê ji van şaneyan e. Divê xelkê herêmê bi me re hevkariyê bike.

Armanca Şerê çapemeniyê ku li Dêrezor tê meşandin, tenê derxistina fitneyê ye.
Ji ber binketina siyasetên dijber, Çete û şane hêzên me dikin armanc.
Em bang li gel dikin ku li kêleka hêzên QSD bisekinin û dijî aliyê dijber tevbigerin.

 

Back to top button