Tirkiye û çeteyên wê dîmenên nerast ji herêmên dagirkirî diweşînin

Çeteyên dewlet Tirk ji bo têkbirina îstiqrara herêmê, dîmeneke nerast belav kirin û îdia kirin ku berê xwe dane herêmê ji bo ku piştgiriya komên çekdar bikin.

Li gel operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku QSD dest pê kiriye, torên dezgehên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û aliyên dijber, şerê çapemeniyê li dijî herêmê dimeşînin,

Û bi rêya wê hewl didin ku fitneyê li herêmê derxin.

Li ser hin malperên sosyal medya, dîmenên çeteyên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê belav bûn ku qaşo amadekariyan dikin da ku piştgiriya komên sûcdar û bazirganên hişbirê yên li Dêrazorê bikin.

Piştî şopandinê û lêgerîna rastiyê, hin çavkaniyên taybet aşkerakirin ku çete bi-zanabûn û bi fermana îstixbarata dewleta Tirk û dezgehên çapemeniyên yên girêdayî wê, mîna van dîmenan bikişînin û belav bikin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çete hatibûn eniyên şer lê dîsa li cihê xwe vegeriyane.

Armanca wan tenê, têkbirina îstiqrara li herêmê ye.

QSD: Ji bo derxistina fitneyê, hikumeta Şamê çekdar şandin Dêra Zorê

Back to top button