Tevî berdêlên giran jî xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mafê azadiyê de bi israrin.
Deshilata Îranê lezdaye serdegirtina malan.
Heta niha bêtirî 20 hezar xwepêşandêr hatine binçavkirin û girtin.
Herî kêm 16 xwepêşandêr di zindanan de bi êşkenceyê hatine kuştin.
Li dijî van kirinên deshilata Îranê Parlamentoya YE’yê Supayê Pasdaran a Îranê xist lîsteya “terorê”.
Ev yek jî weke desketiyek ji serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” tê pênasekirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zextên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya li ser gel zêde bûye.
Doh hêzên dewleta Îranê li ser malan de girtin.
Li bajare Pîranşar û gundên derdûrê bi dehan kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin girtin û birin cihek nediyar.
Li bajarê Şino, Kamîran û Sine jî bi heman awayî hejmarek çalakvan hatin girtin.
Pêla girtinê li bajarên din jî dewame.
Dewleta Îranê pêla girtin û binçavkirinê lê bajarên ku berê xwepêşandanênberfireh hatin kirin, dijwar kiriye.
Hefteya borî li bajarê Ciwanro zêdetirî 50 welatî û çalakvanan hatibûn girtin.
Di heman demê de li bajarên Îranê jî ev pêl dewam dike û dadweriya Îranê cezakirina xwepêşanderan didomînin.
Heta niha bêtirî 20 hezar xwepêşandêr hatine binçavkirin
Ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve nêzî 20 hezar kes hatine girtin û binçavkirin.
Di girtîgehan de herî kêm 16 kes ji ber êşkencekirinê û dermannekirina birîna wan jiyana xwe ji dest dane.
Li 112 xwepêşanderan cezayê darvekirinê hatiye birîn.
Parlamentoya YE Supayî Pasdaran a Îranê xist ‘lîsteya terorê’
Parlamentoya Yekîtiya Ewropa erêkir ku Supaya Pasdaran a Îranê û hêzên wan ên cuda bikeva nav lîsteya sizayên YE’yê .
Ev lîste wek lîsteya ‘terorê’ ya YE tê naskirin.
Ev pêngav weke destkefta serhildana ‘Jin, Jiyan û Azadî’ tê dîtin.
Sedema biryarê jî rola sereke ya Supay Pasdaran a di çiwisandina xwepêşanderan de tê destnîşankirin.