Ji Serokwezîra Zelandaya nû Ardern biryara îstifayê

Li Zelendeya Nû ji ber pirsgirêk û xebatek zêde, Serokwezîr Jacinda Ardern westiyaye.
Ardern ragihand ku ew ê di despêka meha Sibatê de îstifa bike û got;
Ji bo dewamkirina karê xwe hêza min êdî bi têrê nake.

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern ragihand ku ew ê herî dereng heta 7’ê Sibatê dest ji erka xwe berde.

Jacinda Ardern li Wellingtonê ji rojnamevanan re got:

“Ez dizanim ev kar tê çi wateyê.

Û hêza min têrê nake ku ez bikim.”

Ardern diyar kir ku serokwezîrbûn yek ji erkên “herî îmtiyaz” ên li welêt e, “lê di heman demê de yek ji yên herî dijwar e.”

Serokwezîr bal kişand ser hilbijartinên ku wê di payîzê de bên kirin û got,

“Ji bo 4 salên din hêza min têrê nake.”

Hilbijartinên li Zelandaya Nû wê di 14’ê Cotmehê de pêk bên.

Heta hilbijartin pêk were ewê wekîltiya xwe bidomîne.

Ardern wê wek serokwezîr û herwiha seroka Partiya Karkeran îstifa bike.

Lê wê îdiayên ku encamên neyînî yên rapirsiyên raya giştî yên li ser wê û partiya wê bi bandor in red kir û ev tişt anî ziman:

“Ez ne ji ber ku wê di hilbijartina pêş de sernekevîn diçim.

Ji ber ku em dikarin serkevin û em ê bi ser bikevin.”

Ardern ji Cotmeha 2017’an ve weke Serokwezîr kar dike.

Dema ku di 37 saliya xwe de dest bi wezîfeyê kir, hem li welatê xwe û hem jî di cîhanê de bû “Serokwezîra jin a herî ciwan”.

Ardern bi polîtîkayên xwe yên netewî û rêzdariya ji bo olan di nava welat de û cîhanê de balkişandibû ser xwe.

Jacinda Ardern siyasetmedara duyemîn e ku di dema ku serokwezîriya cîhanê de dibe dayik.

Yekem siyasetmedara ku ev sernav wergirtî Benazir Bhutto bû, ku di sala 1990’an de li Pakistanê dema ku li ser kar bû bû dayik.

Back to top button