Li Waşîngton blinken û Çavuşoglu civiyan

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Çavuşoglu li Waşîngtonê bi hempîşeyê xwe yê Amerîka Blinken re civiya.
Çavuşoglu li wir careke din îdia kir ku mijara kirîna F-16 ti têkliya xwe bi endamtiya Swêd û Fînlandiya ya bo NATO yê nîne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya Civîna Wezîran a Duyemîn a Mekanîzmaya Stratejîk a Tirkiye-Amerîka de li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Washingtonê bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya.

Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku di hevdîtina xwe ya bi Blinkenê re mijara sereke nujenkirina F-16 û kirîna wan bû.

Çavuşoglu îdia kir ku ev yek di berjewendiyên herdu welatan de ye.

Çavuşoglu: Ti têkliya endamtiya Swêd û Fînlandiya bi F-16 re nîne

Wezîrê Tirk diyar kir ku daxwaza Tirkiyê ya F-16 û endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê ti têkliya xwe bi hevre nîne û wiha got:

“Divê Kongreya Amerîkayê wan wek pêwendîdar nîşan nede.

Wezîr diyar kir ku ger rêveberiya Amerîka bi israr li ber xwe bide, wê dijberiya Kongreya Amerîka ya li ser F-16’an were derbaskirin.

Çavuşoglu got;

Me xala ku di pêvajoya endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê da derketiye jî nirxand.

Yek ji mijarên serke yên ku hatine nirxandin jî rewşa li Sûriyê bû.

Wezîrê rejîma dewleta Tirk anî ziman ku wan li ser rewşa li Sûriyê jî bi Blinken re axivîne.

Lê têkildarî naveroka axaftinê agihên berfireh nehatin parvekirin.

Piştî hevdîtina Blinken-Çavuşolu daxuyaniyeke hevpar ji aliyê Wezaretên Karên Derve ya Amerîka û Tirkiyê ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de careke din îşaret bi domandina Mekanîzmeya Stratejîk ya navnera haliyan hate kirin.

Price: Rêveberiya Biden ji bo frotina F-16’an li rêbazekê digere

Civîna wezîran di rojeva Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amerîka Nid Price de bû.

Price di civîna çapemeniya rojane de, anî ziman ku rêveberiya Joe Biden ji bo firotina F-16’an li rêbazekê digere.

Back to top button