Lîderê Swêdê ji Erdogan re got “dîktatorê îslamî”

Lîderê Swêdî yê rastgir Akesson Erdogan weke “dîktatorekî îslamîst” bi nav kir û got;
Wê ji Tirkiyê re tewîzên bêsînor neyên dayîn.

Ji meha Gulana 2022’an ve, Swêd û Fînlandiya ji bo endamtiya NATO di nava hewildanan de ne.

Heta niha ji 30 welatên endam, tenê Tirkiye û Macerîstan endamtiya van welatan erê nekiriye.

Tirkiye dixwaze vê yekê weke kaxeza zextê ya li ser Swêdê bikar bîne.

Û di her fersendê de daxwaza mixalîfên Tirk yên li van welatan dikin.

Her çiqasî rêveberiya Swêdê hewil dide zimanê nermkirinê bikar bîne jî lê partiyên li welat xwedî fikrek cûda ne.

Serokê Partiya Demokratên Swêdê (SD) ya rastgirê tundrew Jimmie Akesson ku piştgiriya hikûmeta Swêdê dike, Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan wek “dîktatorekî îslamîst” bi nav kir.

Akesson di hevpeyvîna xwe ya bi rojnama Dagens Nyheter re ji ber astengiya Tirkiyê ya endamtiya wan ji NATO’yê re bi tundî rexne li Erdogan kir.

Akesson anî ziman ku divê ji bo endamtiya NATO’yê ji Tirkiyê re sînorek hebe û got,

“… di dawiyê de em bi sîstemeke antîdemokratîk û dîktator re rû bi rû ne.”

Li ser pirsa gelo Erdoganê ku 20 sal in di hilbijartinan de windanekirî, bi rastî jî bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin an na ev bersiv da Akesson ew wekî “dîktatorê îslamê” pênase kir û got,

“Belê, ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin.

Tu li wî temaşe bikî li gorî Putin jî ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin.”

Di hilbijartinên Îlona borî de Partiya Demokratên Swêdê bi ji sedî 20’ê dengan bû partiya duyemîn.

Piştgiriya vê partiyê ji bo koalîsyona rastgir a hikûmeta Ulf Kristersson girîng e.

Hikûmeta Swêdê ji bo şert û mercên ku Tirkiye ji bo erêkirina endametiya NATO’yê xwestibû bi cih bîne, neçar ma ku rêzek rêkûpêkiyên qanûnî pêk bîne.

Tirkiyeyê li gorî peymana ku di Hezîrana sala borî de hatibû îmzekirin, ji Swêdê daxwaza têkoşîna li dijî “rêxistinên terorê” û “rakirina qedexeyên hinartina çekan” kiribû.

Back to top button