Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser: Divê NATO êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser heremê rawestîne

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asî Zîdan bang li dewletên endamên NATO`yê kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Zîdan, der barê civîna NATO’yê ya ku wê sibe li Londonê pêk were ji ajansa hawarê re axivî.

Asî Zîdan bibîrxist ku piraniya dewletên ku endamê NATO’yê ne di têkoşîna li dijî DAIŞ û El Nusrayê de piştgirî dane wan û got, “Em hêvî dikin ku ev piştgirî di her alî de pêşbikeve.”

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Asî Zîdan ji endamên NATO`yê xwest ku komkujî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî gelên herêmê rawestînin.

Zîdan her weha bang kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker yê bi navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin û pêşî li planên qirkirina etnîkî û guhartina demografik ya Tirkiye bigirin.

Leave a Reply

Back to top button