Qamişlo-Şehîd Amed Enteriyê bi merasîmekê hate oxirkirin

Amed Enteriyê 30’ê Gulanê, li Reqa dema erka xwe pêk tanî di encama qezayekê de şehîd bû.
Îro cenazeyê Şervanê QSD’ê Kadar Îsa ‘Amed Enteriyê’ bi merasîmeke bi heybet li goristana şehîd Delîl Saroxan hate oxir kirin.

Şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsêxan Gulo axivî û got:

“Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin. Ev qonaxa man û nebûnê ye.

Erdogan careke din di hilbijartinan de bi ser ket û dê êrişên xwe li dijî me zêde bike.

Di dîrokê de Kurd di gelek komkujiyan re derbas bûn, lê serî netewandin û dest ji doza xwe bernedan.

Hevrêyê şehîd, Huner Qamişlo jî axivî, lehegî û fedakariya şehîdan silav kir û wiha anî ziman:

“Şehîd Kadar bi lehngî erka xwe pêk anî û di gelek pêngavên QSD’ê de cihê xwe girt.

Bavê şehîd Kadar, EbduRehîm Îsa jî soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê da.

Dawiyê, wesîqeya şehîd hate xwendin û cenazeyê şehîd Kadar di nava tilîliyan de hate oxirkirin.

Back to top button