Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê Şehîd Amed Enteriyê eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de ragihand ku şervanê wan Kadar Ebdu-rehîm Îsa ‘Amed Enteriyê’ dema ku erka xwe bi cih dianî di encama qezayê de şehîd bû.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser tekoşîn û berxwedan Amed û wiha got:
“Hevalê me Amed ji zû de, cihê xwe di nava refên hêzên me de girt.
JI Qamişlo heta Reqa, Tebqa û heta kobanê û Minbicê weke şevranekî berxwedêr tevlî operansyonan bû..
Her di veguhezandina Êzidiyan bo herêmên Rojava û vekirina koordîneke ewle, rizgarkirina êzidiyan ji DAIŞ’ê jî, rolek girîng lîst.
Hevrê Amed di wan operasyonan de du caran birîndar bû.”
QSD’ê dawiyê, sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya şehîdan heya serketinê da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Amed Enteriyê
Nav û Paşnav: Kadar Ebdurehîm Îsa
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Ebdurehîm
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo-1997
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-30`ê Gulanê-2023.”