​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî mal û dikanên 11 welatiyan hatin talankirin

Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî ragihandin çeteyên artêşa Tirk a dagirker mal û dikanên 11 welatiyên navçeya Bilbilê talan kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku ji destpêka vê mehê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û dikanên 11 welatiyên gundê Qeregol ê navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî talan kirin.

Her wiha dan diyarkirin ku ew mal û dikan ên welatiyên bi navê Kîbar Hiso, Hisên Henan Birîm, Reşîd Mihemed, Seydo Menan, Osman Beko, Omer Esed Henan, Meryem Mihemed, Xalîde Elî, Emîne Hesîno, Emîne Hisên Koto û Cemîle Xelîl in.

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyan tenekeyên zeyt û zeytûnan, cerên gazê , pere û kelûpelên malan diziyan jî dizîne.

Back to top button