Nirxê lîreyê Tirk li pêşberî dolar daket 17,27’an

Polîtîkayên ji hevketî yên rejîma AKP’ê civaka Tirkiyê hejar dike.
Roj bi roj nirxê lîreyê xwe li pêşberî dolarê Amerîkî dadikeve.
Nirxê dolarekî Amerîkî gihişt 17,27 TL.
Ev yek jî tê wateya ku rejîma Serokê AKP’ê Erdogan, welat vegerand krîza beriya 24 salî.

Wezareta Darayî ya Tirkiyê eşkere kir ku rêzetedbîrên têkildarî çareseriyên aborî ku bi daketina lîre re têkildar in, wê ragihînin.

Piştî daxuyaniya wezaretê kêmek jî be dolar di cihê xwe de rawestiya.

Bi eşkerekirina paketa Wezaretê re, careke din TL li pêşberî Dolar dest bi şikestinê kir.

Lîreyê Tirk li hemberî dolar daket 17.27`an.

Ji Kanûna 2021’an ve ev yek şikestina herî mezine.

Soza serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ku rêjeyên faîzê daxe, zexta firotinê ya li ser lîreyê Tirkiyê zêde kir.

Tê payîn ku nirxê lîreyê Tirk zêdetir dakeve ku di çaryeka yekem a îsal de ji sedî 15 nirxê xwe winda kiriye.

Berdêla bênirxbûna TL careke din civak dide.

Wezaret jî dixwaze bi zêdekirina nirxê pêdiviyên jiyanî, têkçûna xwe veşêre.

Back to top button