HPG’ê: Di çalakiyên Tolhildanê de 11 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA Starê li dijî êrişên artêşa Tirk rêzeçalakiyên Tolhildanê pêkanîn.
Li gorî daneyên HPG’ê di van çalakiyan de li Botan û Metînayê 11 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîllayên wan bi pêngavên şoreşgerî bersiv didin êrişên artêşa Tirk.

Navendê eşkere kir ku li Qadên Bakur û Başûrê Kurdistanê gerîlla bi rêbazên canbexşane derbên giran li hêzên dagirker dixin û têkildarî encama çalakiyan ev agahî parve kirin:

  • Li herêma Botanê

31’ê Gulanê dagirkerên di navbera gundên Osyan û Aqîrê de, bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

  • Li herêma Metînayê

9’ê Hezîranê tîmên gerîlla yên gerok li Qada Girê Ortê komek dagirker xistine bin kontrolê.

Berê êvarê gerîllayên jin bi ser çeperên dagirkeran de girtin û di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

10’ê Hezîranê hêzên artêşa Tirk hewl dan nêzî tunelên şer ên Qada Girê FM bibin.

Di encama bersivdayîna gerîlla de 2 leşker hatin kuştin.

Dema hêzên Tirk xwestin kuştiyên xwe ji herêmê rakin, careke din bûn armanca lêdana gerîlla.

Li vir leşkerekî din hate kuştin.

Heman rojê leşkerên Tirk xwestin xwe nêzî Girê FM bikin.

Li dijî wan çalakiya sekvaniyê pêk hat û di encamê de leşkerek hat kuştin.

10’ê Hezîranê helîkopteran xwest li herêma Girê Cûdî deynin.

Lê di encama destwerdana gerîlla de helîkopterek bêyî ku leşkeran deyne neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di navbera 9 û 10 Hezîranê de artêşa Tirk
25 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êrişî tûnelên şer kiriye.

Her wiha qadên gerîlla 42 caran bi balafir û helîkopteran bombebaran kirine.

Back to top button