Ji Serokwezîrê berê yê Pakîstanê re 10 sal ceza hat birîn

Li Pakîstanê dadgehê ji bo Serokwezîrê berê Îmran Xan û Wezîrê Karên Derve yê berê Şah Mahmûd Qureşî yên ku bi sûcdariya “siriyeyê dewletê eşkere kirine” 10 sal cezayê girtîgehê birî.

Associated Press ragihand ku parêzerên Îmran Xan dê roja Çarşemê li dijî biryara dadgeha Îslamabadê îtîraz bikin û serî li dadgeheke bilind bidin.

Berdevkê Partiya Tevgera Edalet a Pakistanê (PTI) Zulkifar Buxari di daxuyaniya xwe de biryara dadgeha taybet rexne kir.

Rêveberiya Partiya Tevgera Edalet a Pakistanê ya bi serokatiya Xan bang li alîgirên xwe kir ku xwe ji xwepêşandanên tund dûr bigirin û li benda biryara dadgeha temyîzê bin.

Biryara dadgehê beriya hilbijartinên parlementoyê yên 8’ê Sibatê hat, dema ku Xan bi hinceta ku cezayên girtîgehê yê berê bi dawî bûye, wek namzed hat qedexekirin.

Xan zêdetirî 150 dozên ku li Pakistanê li dijî wî hatine vekirin wekî beşek ji “komployek siyasî” li dijî wî dihesibîne.

Back to top button