Qefleya 48’an a koçberan ji kampa Holê derket

Li ser daxwaza wan, qefleya 48’an a koçberan ku ji 200 kesên ji Minbicê pêk tê, îro ji kampa Holê derketin û çûna cihên xwe.

Rêveberiya Kampê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Minbicê, qefleya 20’an a koçberên ji Minbicê û taxên wê, derxist.

Koçber li ser daxwaza wan ji kampê hatin derxistin.

Koçber, tevî girtina girtekên ewlehiyê yên zêde berê xwe da bajarê Minbicê.

Qefleya ku îro ji Kampê derket ji 200 şêniyên Minbicê pêk hat di nav de zarok û jin hene.

Berpirsên kampê da zanîn ku heta niha 48 qefle ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser daxwaza wan ji kampê derketin.

Hêjayî bi bîr xistinê ku kampa Holê ya herî mezin û xeter a cîhanê ye, bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin.

Back to top button