Hizbûllah li dijî Îsraîlê 13 êrîş pêk anî

Şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de li ser sînorê Lubnanê didome.
Hizbûllah êrîşên ku li dijî çeperên Îsraîlê pêk anî daxuyaniyek belav kir.
Her wiha artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ew bi balafirên şer bersiva êrîşên Hizbûllahê dane.

Hizbullah a Lubnanê di nava 24 saetên dawî de bi mûşekan û çekên cuda 13 êrîş bir ser çeperên artêşa Îsraîlê yên li ser sînor.

Hizbullahê di 24 saetên dawî de derbarê êrîşên ku ji başûrê Lubnanê li dijî çeperên leşkerî yên Îsraîlê li ser xeta sînor a 120 kîlometreyî pêk anîne, daxuyaniyên cuda belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeperên leşkerî yên Birket Rişe, Hedab Yarîn, Biranit û El-Cerdah ên li ser sînorê herêma Îsraîl, ji aliyê “fuzeya Burkan” ve hatine xistin.

Di daxuyaniyeke din a Hizbullahê de ku di nava rojê de hat dayîn, hat ragihandin ku bi mûşekên “Falag-1” êrîşî çeperên Bîranît, Ramîm û Celal El-Alem, Mîtat, Hunîn, Et-Tahyat û Es-Smakî jî bi fuzeyên rênîşander hatine hedefgirtin.

Her wiha çeperên Metula û Ziritê bi “çekên guncaw” êrîş kirin.

Hizbullah a ku li başûrê Lubnanê bi Îsraîlê re di nav nakokiyan de ye jî ragihand ku di pevçûnên 24 saetên dawî de 2 endamên wê hatine kuştin.

Moşekên Burkan û Falag-1 û mûşekên bi rê ve birin ku Hizbullahê ji 8’ê Cotmeha 2023’yan vir ve herî zêde di êrîşên li dijî Îsraîlê de bikar aniye, wek çekên Îranê tên naskirin.

Îsraîl: Bi balafirên şer bersiva êrîşên Hizbûllah hat dayîn

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji bo bersivdana êrîşên ku ji xaka Lubnanê tên, bi balafirên şer li dijî hin hedefên Hizbullahê êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniya artêşê de hat destnîşankirin ku balafirên şer li noqteyên bajarokên Merkaba, Taybe û Marûn el Ras ên ku Hizbullah lê bi cih bûne xistine û çavkaniya êrîşên din jî bi çekên giran hatiye hedefgirtin.

Di şer û pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de heta niha 176 endamên Hizbullahê, 30 sivîlên Lubnanî, 6 sivîlên Îsraîlê û 10 leşkerên Îsraîlê mirin.

Back to top button