Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Leyla Qirtmînî

Şêniyên Qamişlo sersaxî jî malbata şehîd Leyla Qertmînî re xwestin.
Şêniyên Bajarê Hesekê û şêniyên navçeya Amûdê jî bi merasîmên cuda şehîdên meha Çile ku di dem û cihên cuda şehîd bûne bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo konê sersaxiyê yê endama hêzên Asayişê şehîd Leyla Qirtmînî li pêşiya mala malbata wê li taxa Kornîş vedan.

Bi sedan ji şêniyan û endamên sazî û partiyan serdana konê sersaxiyê kirin..

Di bin kon de gelek kes axivîn û pêwîstiya şopandina rêya şehîdan û mezinkirina têkoşînê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan destnîşan kirin.

Şêniyên Amûdê 11 şehîkên meha Çile bi bîr anînin

Şêniyên Amûdê li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi merasîmekê 11 şehîdên di meha Çileyeyê ku di dem û cihên cûda şehîd bibûn, bi bîr anîn.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeyê Zîro Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hatin kirin.

Back to top button