Li Hesekê 135 cangoriyên azadiyê yên meha Çile hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê 135 şehîdên meha Çile, di nav de jî şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê bi bîr anî.

Merasîm li Hola Reşo ya li taxa Mişêrfê ya li bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Di meraîsmê de bi sedan ji malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî amed bûbûn.

Li vir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Cemal Ebdo axivî û got:

“Şehadet heqîqet e. Em malbatên şehîdan divê li ser xeta zarokên xwe bin, nirx û destkeftiyên ku bi destxistine biparêzin û armancên wan bi cih bînin.”

Ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen jî axivî û soza dewamiya riya şehîadan da.

Piştre sînevîzyonek li ser nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de û wêneyên 135 şehîdan hat nîşandan.

Back to top button