Îran zexta ser xwepêşandêr, mamosta û rojnamevan zêde dike

Deshilata Îranê ji bo serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinav bibe, serî li her rê û rêbazî dide.
Niha jî deshilatê zexta li ser xwendekar, mamosta û çalakvanan zêde kiriye.
Dadgehên deshilatê cezayên tund li xwepêşandêran dibirin.
Li Xoyê jî di navbera gel û hêzên Îranê de pevçûn derketin.

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 135 roj li pey xwe hişt.

Dadgehên Îranê li xwepêşander, mamosta, çalakvan û rojnamevananan cezayên giran dibire.

Li bajarê Sine çalakvanê bi navê Refîq Selîm bi sucê ‘Xirapkariya li ser erdê’ hate cezakirin.

Li bajarên Îranê gelek çalavkanên civaka sivîl, hunermend, akademisyen, rojnamevan û welatî, bi hêceta ku tevlî xwepêşandan û piştevaniya wê kirine, ceza li wan hate birîn.

Armîta Ebasî derket pêşberî dadgehê

Yek ji xwepêşanderên hatine binçavkirin Armîta Ebasî ye.

Armîta Ebasî doh hate dadgehkirin.

Beriya niha hatibû diyarkirin ku di dema binçavkirinê de êşkence û destdirêjî li Armîta hatiye kirin.

Herwiha li blogerên bi navê Astyar Haghighî û hevserê wê Amîr Mohamedî jî, ji ber ku li meydanek giştî ya Tahranê reqisîne 10 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Derketina dervey welat li derhênerê Îranî Mesud Kîmyayî hate qedexekirin.

Li Ciwanro hêzeke zêde ya leşkerî li nava bajar e

Li bajarê Ciwanro jî jimarek zêde ya leşkeran di nava bajêr de hatin bicihkirin.

Di 28’ê Çileyê de bi pileya 5,9 li Xoyê ya herêma Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya.

Li gorî agahiyan, di encama erdhejê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 800 jî birîndar bûne.

Ji ber bê xemiya dewleta Îranê welatiyan nerazîbûna xwe nîşandan.

Hêzên Îranê jî bi tundî êrişî gel kir.

Tevî hemû kuştin, darvekirin, girtin û binçavkirinan jî nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin.

Back to top button